Amerîka ji welatiyên xwe daxwaz kir bi lezgînî Iraqê terk bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311887-amerîka_ji_welatiyên_xwe_daxwaz_kir_bi_lezgînî_iraqê_terk_bikin
Balyozxaneya Amerîka ji ber aloziyên li Iraqê ji welatiyên Amerîka daxwaz kir bi awayeke lezgîn Iraqê terk bikin û hate gotin, ji derveyî konsolosxana Hewlêrê hemû balyozxane û konsolosxanên Amerîka yên li Iraqê hatine girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2020 16:56 Asia/Tehran
  • Amerîka ji welatiyên xwe daxwaz kir bi lezgînî Iraqê terk bikin

Balyozxaneya Amerîka ji ber aloziyên li Iraqê ji welatiyên Amerîka daxwaz kir bi awayeke lezgîn Iraqê terk bikin û hate gotin, ji derveyî konsolosxana Hewlêrê hemû balyozxane û konsolosxanên Amerîka yên li Iraqê hatine girtin.

Li gor Sky Newsê Balyozxana Amerîka ya Iraqê îro înê piştî kiryara terorîstî ya dewleta Amerîkayê di warê şehîdkirina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar Qasim Sulêmanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din de ji tirsa êrişa ser amerîkiyan ji welatiyên xwe yên li Iraqê daxwaz kir ku bi awayeke lezgîn Iraqê terk bikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt têgotin, “Em daxwazê ji welatiyên Amerîka dikin, ji ber kûrbûna aloziyê ya li Iraqê bi awayeke lezgîn vî welatî terk bikin û riya herî lezgîn a terk kirina Iraqê jî bikaranîna riya esmanî ye. Eger ew jî bi dest neket, bila bi rêyên din derbasê welatên nêzîkî Iraqê bibin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber êrîşên standina hefa xwîna şehîdên hanê, hemû nûnertiyên Amerîka yên li Iraqê hatine girtin û ji welatiyên Amerîka jî xwest ku nêzîkî balyozxaneyan nebin.

Lê balyozxaneya Amerîkaya diyar kir wê konsolosxana wan a Hewlêrê, ji bo dayîna vîze û seyahetê vekirîbe.

Herwiha piştî kiryara terorîstî ya dewleta Amerîkayê di warê şehîdkirina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar Qasim Sulêmanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din de serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu jî sefera xwe ya Yewnanistanê bi nîvî hêşt û diyar kir ku wê vegere erdên Dagîrbûyî yên Filistînî.

Îro Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke helîkopterên Amerîkayê de, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar Qasim Sulêmanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê şehîd bûn.