Berhem Salih: Êrîşa Amerîkayê gefê li aştiya li Iraqê û navçeyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311880-berhem_salih_Êrîşa_amerîkayê_gefê_li_aştiya_li_iraqê_û_navçeyê_dike
Serokomarê Iraqê Berhem Salih têkildarî terorkirina serdar Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis ragihand, êrîşa Amerîkayê gef e li ser aştiya li Iraqê û navçê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2020 15:03 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Êrîşa Amerîkayê gefê li aştiya li Iraqê û navçeyê dike

Serokomarê Iraqê Berhem Salih têkildarî terorkirina serdar Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis ragihand, êrîşa Amerîkayê gef e li ser aştiya li Iraqê û navçê.

Berhem Salih di daxuyaniyekê de ragihand: “Nûçeya şehîdbûna herdu fermande şehîd hecî Qasim Sulêymanî û  şehîd Hecî Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî gihîşte me ku roleke wan a giring û yekalîker hebû di şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê de.”

Berhem Salih dibêje: “Em vê êrîşê ku berpirsên ewlehiyê yên ser bi saziya leşkerî ya Iraqê û Îranê kiriye hedef, şermezar dikin ku bêguman dê encam û pêşhatên ewlehiyê li Iraqê û navçê bi xwe re bîne, eger aqilmend dengê hişmendî û lojîkê bilind nekin û em dê ji bo kontrolkirina encamên çaverêkirî yên vê dijminatiyê hewl bidin, ku bi awayekê zelal gefê li aştiya li navçeyê û Iraqê dike.”

Berhem Salih herwiha daxwaza arambûnê û bilindbûna dengê aqil û zanetiyê û pêşxistina berjewendiyên bilind ên niştimanî dike.

Serokomarê Iraqî destnîşan dike, ku “di vê rewşa taybet de erkê me ye refên xwe bikin yek û jibo parastina berjewendiyên bilind ên niştimanî û piştevaniya li serwerî û ewlehiya Iraqê,  dest ji nakokiyên xwe berdin.”