Hizbullaha Iraqê dê qanûna derxistina hêzên amerîkî li Parlimanê bişopîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311820-hizbullaha_iraqê_dê_qanûna_derxistina_hêzên_amerîkî_li_parlimanê_bişopîne
Fermandetîya Tabûrên Hizbullaha Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku pêngavên Parlimana vî welatî jibo pejirandina qanûna derxistina hêzên amerîkî dişopîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 02, 2020 04:11 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Iraqê dê qanûna derxistina hêzên amerîkî li Parlimanê bişopîne

Fermandetîya Tabûrên Hizbullaha Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku pêngavên Parlimana vî welatî jibo pejirandina qanûna derxistina hêzên amerîkî dişopîne.

Fermandetîya Tabûrên Hizbullaha Iraqê di daxûyanîya xwe da, Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê weke balyozxana ``bela`` û ``sîxorîyê`` wesif kir û ji ber helwesta qaremanane ya piçûkkirina amerîkîyan qedrê gelê Iraqê girt.

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye ku ku wê fermandetîyê cihê grevê bi mercê derxistina hêzên amerîkî ji Iraq guhertîye.

Rêxistina Heşda Şeibiyê jî daxuyaniyek derbarê xwenîşandana gelê Iraqê li ber balyozxaneya Amerîkayê da û ji gel xwestiye ku ji derdora balyozxaneya Amerîkayê vekişe.

Rêxistina Heşda Şeibiyê ragihandiye ku bila gel vî karî li ser rêz û hurmeta dewletê û saziyên ewlehiyê bike. Vê koma Berxwedanê ragihandiye ku dijmin peyama nerazîbûna gelê Iraqê wergirtiye.

Rêxistina Heşda Şeibiyê her wiha sipasîya fermandetiya giştî ya hêzên çekdar û kesayetiyên siyasî, çandî, dînî û gelanî ku êrîşên Amerîkayê ser çeperên wan şermezar kirin, kir.