Fukara Pompêo ji dûhatên bûyerên Bexdayê ser berjewendiyên Amerîkayê
Çile 01, 2020 11:55 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê tevî dubarekirina îdiayên xwe yên pûç dijî Îranê, got: Bûyerên Bexdayê gefek li dijî berjewendiyên Amerîkayê ne.
Li gorî rapora Fars Newsê, Mayk Pompêo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê berbanga Çarşemiyê 1ê Çileya 2020an di hevpeyivîna digel CBS'ê tevî dubarekirina îdiayên hertimî, Îran wek "Piştgira têrorîsma dewletî" da wesifandin û ragihand ku balyozxaneya Amerîkayê ewleh e û Waşîngtonê hin kiryar jibo parastina ewlehiya welatiyên xwe pêk anîne.