Pêgirî ser derxistina çekdarên amerîkî ji Iraqê
Fermandarekî Seferberiya Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) got: Balyozxaneya Amerîkyê li Bexdayê hêlîna Sîxoriyê û cihek jibo xerabkariyê li Iraqê ye û divê were girêdan.
Li gorî kanala Meyadînê, Cewad Teybawî, fermandarekî Seferberiya Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) bi gotina vêya ku alûgorên ber balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, berteka xwezayî bi destdirêjiya vê dawiyê ya Amerîkayê ye, got: Niha bo hemî gelê Iraqê isbat bûye ku balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê sîxoriyê dike û xerabkariyê dijî gelê Iraqê bi rê ve dibe.
Vî fermandarê Seferberiya Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) ji dewlet û parlimana Iraqê xwest ku bilez qanûna derxistina çekdarên amerîkî û kedkarên balyozxaneya vî welatî ji Iraqê pesend bikin.
Mihemed Muheyî, Berdevkê Gurdanên Hizbullaha Iraqê jî bi gotina vêya ku kombûna li ber balyozxaneya Amerîkayê dê heta derxistina balyozê vî welatî, girêdana balyozxaneyê û derketina çekdarên amerîkî ji Iraqê were domandin, destnîşan kir: Ji niha û pêve hebûna çekdarên Amerîkayê li Iraqê nayê qebûlkirin.
Muheyî tevî pêgiriya ser dewama şerê dijî çekdarên amerîkî li Iraqê got: Amerîka bi rêya balyozxaneya xwe li Iraqê têrorîsm û destwerdana li karên navxweyî yên welatan bi rê ve dibe. Gurdanên Hizbullaha Iraqê di daxuyaniyekê da ragihand ku Trump divê bizane ku ehmeqiyeka mezin kiriye ku dê bibe sebeba dawiya hebûna wî û kirêgirtiyên wî li Iraq û navçeyê.
Li gorî raporan xwenîşanderan li ber avahiya balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê kon vedane û jibo destpêkirina greveka din amade bûne.
Di vî halî da Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pêntagon) berbanga Çarşemiyê ragihand ku tifingdarên deryayî jibo parastina dîplomatên amerîkî gihîştine Bexdayê.
Bi hezaran neraziyên iraqî ji sibeha Sêşemiyê bi amadebûna li Taxa Kesk a Bexdayê, meytên şehîdên Heşda Şeibiyê oxir kirin û piştre bi kombûna li ber balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, dirûşmeya mirin jibo Amerîkayê bilind kirin.
Nerazîtiyên hêrs ên iraqî ala Amerîkayê şewitandin û daxwaza girêdana vê balyozxaneyê û derxistina balyozê amerîkî ji Iraqê kirin.