Amerîka 750 çekdarên din li Rojavaya Asyayê bi cih dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311792-amerîka_750_çekdarên_din_li_rojavaya_asyayê_bi_cih_dike
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pêntagon) Sêşemiyê bi şev ragihand ku Waşîngton wek berteka bo bûyerên Iraqê dixwaze ku 750 çekdarên amerîkî li Rojavaya Asyayê bi cih bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2020 05:22 Asia/Tehran
  • Amerîka 750 çekdarên din li Rojavaya Asyayê bi cih dike

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pêntagon) Sêşemiyê bi şev ragihand ku Waşîngton wek berteka bo bûyerên Iraqê dixwaze ku 750 çekdarên amerîkî li Rojavaya Asyayê bi cih bike.

Li gorî Fars Newsê, Mark Spêr, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê jî got: Hêzên amerîkî amade ne ku di rojên bê da li Rojavaya Asyayê bi cih bibin.

Amerîkayê ji Gulana 2019an va bi giştî 14 hezar çekdarên xwe bi mehneyên cûrbiûcr şandine Rojavaya Asyayê.

Ev kiryara Amerîkayê tûşî bertekên berfireh bûye.

Antoniyo Gotrêş, Sêkrêtirê NY vê dawiyê ji amerîkiyan xwestibû ku xwe ji pêkanîna kêşe û pevçûnan li navçeyê dûr bike.