Nobedarên Balyozxana Amerîkayê 50 iraqî li Bexdayê birîndar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311786-nobedarên_balyozxana_amerîkayê_50_iraqî_li_bexdayê_birîndar_kirin
Di encama gulleavêtina nobedarên balyozxana Amerîakyê li Bexdayê ber bi pişikdarên merasima rakirin û definkirina şehîdên Heşdi Şeibîyê de 50 nerazî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2019 15:35 Asia/Tehran
  • Nobedarên Balyozxana Amerîkayê 50 iraqî li Bexdayê birîndar kirin

Di encama gulleavêtina nobedarên balyozxana Amerîakyê li Bexdayê ber bi pişikdarên merasima rakirin û definkirina şehîdên Heşdi Şeibîyê de 50 nerazî birîndar bûn.

Nobedarên Balyozxana Amerîkayê bilî gulleavêtinê, gazarondikîner û bombeyên dûkelê jî ber bi pişikdarên merasima rakirin û definkirina şehîdên Heşdi Şeibîyê va avêtin.

Bi hezaran nerazîyên iraqî vê sibê li ber Balyozxana Amerîkayê li navça Kesk a Bexdayê kom bûn û tevî şewitandina derîyekî sereke yê avahîya Balyozxanê, ji dîwarên wê va hilkişîyan û ala Heşdi Şeibîyê bilind kirin û durişma ``mirin jibo Amerîkayê`` dan. 

Balyozxana Amerîkayê ji ber gurrbûna hêrs û nerazîbûna xwenîşanderên iraqî ji dewleta Bexdayê alîkarî xwestîye û dewleta Iraqê jî di bersiva wê daxwazê de ragihand ku ji ber hejmara gellek zêde ya nerazîyan nikare ewlehîya Balyozxanê dabîn bike.

Ji hêla din ve Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê kar-rêkxer ê Iraqê 3 roj şîna giştî li wî welatî ragihand.