Hêrsbûna Trump ji ber xwenîşandana berfireh li ber balyzoxana Emerîkayê li Iraqê
Serokkomarê Emerîkayê li hember xwenîşandana berfireh a gelê Iraqê li ber balyozxana vî welatî li Bexdayê bertek nîşan da.
Li gorî rapora Fars News`ê, Donald Trump serokkomarê Emerîkayê roja sêşemiyê weke berteka li hember xwenîşandana berfireh a gelê Iraqê li ber balyozxana Emerîkayê li Bexdayê di twîtera xwe de nivîsî:Em çavrê ne Iraq hêza xwe ya eskerî bona parastina balyzoxana me li Bexdayê bikar bîne û hema wisa ji wan re hatiye gotin.
Doanld Trump di dewama twîta xwe de Komara Îslamî ya Îranê tawanbarê lidarxistina vê xwenîşandanê kir.
Bi hezaran iraqî vê sibê termên şehîdên Heşda Şebî ku li encama êrişa destdirêjkirane yên artêşa Emerîkayê ser meqerên Heşda Şebî li Enbarê şehîd bibûn oxir kirin û li ber balzyoxana Emerîkayê li Bexdayê kom bûn û nerazîtiya xwe dan diyarkirin.
Xelkê nerazî tevî raghandina gireva bê sînor li ber balyzoxana Emerîkayê daxwaza girêdana wê û derxistina hêzên emerîkî ji vî welatî kirin.
Medyan li bara derketina hejmarek ji kedkarên sereke yên balyzoxana Emerîkayê li Bexdayê agahî dan û raghandin ku rayedarên Emerîkayê nêzîkî 80 kedkar guhestine Hewlêrê li Kurdistana Iraqê.