Hevdîtina serokkomarê Iraqê bi serokên komên siyasî û firaksiyonên parlemanî
Kanûn 31, 2019 13:14 Asia/Tehran
Serokkomarê Iraqê bi serokên firaksiyonên parlemanî û komên siyasî yên vî welatî li Bexdayê re hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora televîzyona El- Hedesê, Berhem Salih li vê hevdîtinê ser giringiya pêbendiya ser dema qanûnî bo kivşkirina berbijarê serokwezîrtiyê teqez kir û got: Kesayetiya ku posta serokwezîrtiyê dide istûyê xwe divê hêja û zana û bikarbe çaksaziyên baş pêk bîne.
Aliyên beşdarê vê hevdîtinê reftarên bi şîdet şermezar kirin û ser pêwîstiya rawestana li ber binpêkirinên qanûnê ku xwenîşandana bi aşitî dikin hedef, teqez kirin û raghandin ku dabînkirina mafên qanûnî bona lidarxistina xwenîşandana bi aşitî pêwîst e.