Moskow: Êrişa Amerîkayê ya li Iraq û Sûriyê nayê qebûlkirin
Wezareta Derve ya Rûsiyê di beyannameykeê de ragihand, êrişa Amerîkayê bo ser çend baregehên Heşdî Şabî li rojavayê Iraqê û rojahelata Sûriyê nayê qebûlkirin.
Duh dûşembê 30/12/2019an Wezareta Derve ya Rûsiyayê di beyannameyekê de, nîgeranîya xwe ya tund derbarê êrişa artêşa Amerîkayê ya yekşemê êvarî ser baregehên Heşda Şebiya Iraqê li rojavayê Iraqê û rojhelata Sûriyê diyar kir.
Wezareta Derve ya Rûsiyayê herwiha ragehandiye ew êriş binpîkirina serwerîya herdû welatan e û gef e li ser asayîş û ewlehiya herdû welatan.
Di berdewamiyê jî da Moskowê aşkere kiriye ew daxwazê ji hemû alîyan jî dikin xwe dûr bikin ji her pêngavekê ku bibe sedema zêdetir alozbûna rewşa sîyasî û serbazî li Iraqê, Sûriyî û welatên din yên deverê.
Êvara roja yekşemê 29-12-2019an Heşdî Şabî ragihand, pêgehên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê û rojhelata Sûriyê rastî êrîşên balafirên amerîkî yên bêpîlot hatin. Rêveberiya Tevgeran a Heşdî Şabî diyar kir, di encama vê êrîşa dirindane li ser Lîwaya 45 û 46 de, 30 hêzên Heşda Şebî şehîd û 51 hêzên wê jî birîndar bûn.
Wezêr Begiriya Amerîkayê Mark Esper û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di konferanseke rojnamevanî da aşkere kirin ku wê operasyonên wan li ser Heşdî Şabî berdewam bikin.
Herwiha Mark Esper îdia kir ku wek bersivekê li ser êrîşa li ser hêzên Amerîka li Iraqê ev êrişa artêşa Amerîkayê hatiye kirin, PENTAGONê 5 pêgehên hêzên Ketîbeyên Hizbûllah a Iraqî li rojavayê Iraqê û rojhelata Sûriyê bombebaran kirine.