Berhem Salih ser xurtkirina peywendiyên hevpar ên Îran û Iraqê teqez kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311756-berhem_salih_ser_xurtkirina_peywendiyên_hevpar_ên_Îran_û_iraqê_teqez_kir
Berhem Salih serokkomarê Iraqê roja duşemiyê li hevdîtina bi balyozê Komara Îslamî ya Îranê ser xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên hevpar ên her du welatan teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2019 14:53 Asia/Tehran
  • Berhem Salih ser xurtkirina peywendiyên hevpar ên Îran û Iraqê teqez kir

Berhem Salih serokkomarê Iraqê roja duşemiyê li hevdîtina bi balyozê Komara Îslamî ya Îranê ser xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên hevpar ên her du welatan teqez kir.

Wî îro li hevdîtina bi Îrec Mescidî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li koşka Selam a Bexdayê bi ragahndina vê mijarê got ku berfirehkirina peywendiyên dualî li hemî waran divê li çarçoveya xizmeta bo berjewendiyên hevpar ên gelên Iraqê û Îranê be. 

Salih di dewamê de ser giringiya piştgiriya ji ewlehî û parastina hurmeta vîna neteweyî ya Iraqê bo çaksaziyan bêyî mudaxila derveyî teqez kir. Wî got: Hebûna Iraqa mayînde û serbixwe, istûna sereke bo ewlehî û hevhatina navçeyî û hevdengiya navdewletî bona xizmeta bo jiyana hevpar û aşitiya gelan û welatên navçê ser esasa berjewendiyên hevpar e.