Hevalbendîya Sairûnê amadebûna xwe jibo hevkarîya di nasandina berbijarê Serokwezîrê Iraqê ragihand
Hevalbendîya Sairûnê bi serokatîya Muqteda Sedir rêberê Tevgera Sedrê ragihand ku ji her cure hevdengîya digel fraksyon û alîyên parlimanî jibo nasandina berbijarê serbixwe yê posta serokwezîrtîya Iraqê pêşwazîyê dike.
Hevalbendîya Sairûnê di daxûyanîyekê de herwiha pêgirî kir ku daxwaz û nêrînên nerazîyan jî divê di nasandina berbijarê Serokwezîrtîyê de bibin esas û bên berçavgirtinê.
Hevalbendîya Al Bina ya Iraqê duh navên Ebdulgenî Esedî serokê berê yê Sazîya Têkoşîna Dijî Têrorîsmê, Tewfîq Yasirî Parêzgarê nika yê Necefê û Mihemed Tewfîq Ellawî Wezîrê berê yê Peywendîyan ê Iraqê jibo posta Serokwezîrtîyê dan Serokomarê Iraqê.
Tê gotin ku ew 3 kes bi lihevkirina fraksyonên parlimanî û kesayetîyên sîyasî yên Iraqê hatine kivşkirin û ji Berhem Salih re hatine nasandinê.
Ji hêla din ve li gorî hin raporan., bidû xitimîna sîyasî ya têkildarî nasandina Serokwezîrê nû, bijareya mayîna Adil Ebdulmehdî li posta Serokwezîrtîyê bi awayekî ciddî di nav alîyên sîyasî yên iraqî li Parlimanê tê hilêxistin.