Iraqîyan êrişa Amerîkayê ser çeperên Heşdi Şeibîyê şermezar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311730-iraqîyan_êrişa_amerîkayê_ser_çeperên_heşdi_Şeibîyê_şermezar_kirin
Rayedar, kesayetî, kom û partîyên sîyasî yên iraqî êrişa Amerîkayê ser çeper û binkeyên Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) li bajarê Qaim ser bi parêzgeha Al Anbarê bi tundî şermezar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2019 04:26 Asia/Tehran
  • Iraqîyan êrişa Amerîkayê ser çeperên Heşdi Şeibîyê şermezar kirin

Rayedar, kesayetî, kom û partîyên sîyasî yên iraqî êrişa Amerîkayê ser çeper û binkeyên Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) li bajarê Qaim ser bi parêzgeha Al Anbarê bi tundî şermezar kirin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih şeva buhurî tevî şermezarkirina wê êrişê got ku êrişa Amerîkayê ser binke û çeperên Heşdi Şeibîyê binpêkirina serwerîya Iraqê ye.

Serokwezîrê Kar-rêkxer ê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî di peywendîya têlêfonî ya digel Wezîrê Berevanîya Amerîkayê de jê xwest ku derbarê vê kiryara berovajî qirarên navnetewî de bersivê bide.

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê Emmar Hekîm jî di daxûyanîyekê de êrişa Amerîkayê ser binkeyên Heşdi Şeibîyê şermezar kir û ew binpêkirina aşkira ya serwerîya Iraqê zanî.

Hekîm ji dewlet û Parlimana Iraqê xwest ku helwesteke zelal û vebirr himberî vî karê Amerîkayê ku bêrêzîya li serwerîya Iraqê tê hesêb, nîşan bidin.

Cîgirê Serokê Sazîya Heşdi Şeibîyê Ebûmehdî Muhendis jî wek berteka himberî êrişa Amerîkayê ser binkeyên Heşdi Şeibîyê pêgirî kir ku xwîna şehîdên wê sazîyê dê erdê nemîne û hêzên amerîkî yên li Iraqê dê bersiveke giran wergirin.

Fermandetîya Tabûrên Hizbullaha Iraqê jî tevî şermezarkirina wê êrişê, xwest ku hêzên amerîkî ji Iraqê bên derxistinê.

Hevalbendîya Al Fath a iraqê jî di daxûyanîyekê de xwest ku hêzên amerîkî demlidest ji Iraqê bên derxistinê.

Tevgera Sedir a Iraqê jî di daxûyanîyekê de êrişa Amerîkayê ser binkeyên Heşdi Şeibîyê şermezar kir û ew kara binpêkirina serwerîya netewî ya Iraqê wesif kir.

Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê jî tevî şermezarkirina êrişa Amerîkayê ser binkeyên Heşdi Şeibîyê ragihand ku hebûna amerîkîyan li Iraqê gefek dijî vî welatî tê hesêb.

Tevgera Ensarullah a Yemenê jî di daxûyanîyekê de êrişa Amerîkayê ser binkeyên Heşdi Şeibîyê bi tundî şermezar kir.

Di halekî da ku êrişên Amerîkayê ser binkeyên Heşdi Şeibîyê ya Iraqê pêrgî neyarîya tund a iraqîyan û welatên herêmê bûne, Rêjîma Sîyonîst û hikûmeta Behrêynê piştgirî dan wî karê Amerîkayê.

Wezîrê Karên Derve yê Rêjîma Sîyonîst şeva buhurî li Twitterê ji êrişa Amerîkayê ser binkeyên Heşdi Şeibîyê li şarê Qaim li parêzgeha Al Anbar li rojavaya vî welatî pêşwazî kir.

Wezareta Karên Derve ya Behrêynê jî di daxûyanîyekê de piştgirî da êrişa Amerîkayê ser binkeyên Heşdi Şeibîyê.

Balafirên bêpîlot ên Amerîkayê şeva buhurî êrişî binke û çeperên çiqên 45 û 46 ên Heşdi Şeibîyê li şarê Qaim ser sînorê Iraq û Sûrîyê kirin ku di encamê de herîkêm 25 endamên Heşdi Şeibîyê şehîd û 51 kes jî birîndar bûn.