Destpêbûna heştemîn qonaxa operasyona Viyana Serketinê li Iraqê
Kanûn 29, 2019 12:31 Asia/Tehran
Fermandetiya operasyona hevpar a artêşa Iraqê li bara destpêbûna heştemîn qonaxa operasyona Viyana Serketinê li dijî terorîzmê li vî welatî aghaî da.
Fermandetiya Operasyona hevpar a artêşa Iraqê raghand: Heştemîn qonaxa operasyona Viyana Serketinê ji siba roja yekşemiyê li başûr û rojava parêzgehên Kerkûk û Selahedînê bona şopandina paşmayiyên DAIŞ`ê û pêknaîna ewlehiya tam û tekûz li van navçana destpê bûye.
Operasyona Viyana Serketinê ji 7 Tîrmehê va destpê bûye û heta niha 7 qonax ji vê operasyonê serketî dawî bûne.
Iraq li Kanûna 2017`an koma terorîstî ya DAIŞê tam işkest da lê hêzên Iraqê tim li hin navçan, pevçûnên perate bi paşmayiyên vê koma terorîstî re hene.