Al-Mayadeen: Serokomarê Iraqê vegeriya Bexdayê
Kanala televîziyona Al-Mayadeen a Lubnanê şeva borî ragihand ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih piştî ku diyar kir îstîfayê dike, çû Silêmaniyê cihê jidêbûna xwe, lê niha ew vegeriyaye Bexdayê.
Vê televîziyona lubnanî diyar kir ku Berhem Salih roja pêncşemê diyar kir ku amade ye dest ji serokomariya Iraqê berde û piştî vê yekê ew çû Silêmaniyê bajarê ku lê jidê bûye .
Berhem Salih piştî ku Esed El-Eydanî namzedê pêşniyarkirî yê Frajksiyona El-Bena ya Hadî Amirî ji bo posta serokwezîriya Iraqê nepejirand biryar da îstîfayê bike .
Nûçeya vegerîna Berhem Salih di demekê deb ye ku gotûbêja nûneran û kesayetiyên siyasî ser wêdadayîna Berhem Salih ji ser posta serokomariya Iraqê despê bûne. Kesên ku dixwazin Berhem Salih li ser posta serokomariya Iraqê nemîne piranî ji Frajksiyona El-Bena ya Hadî Amirî ne û wî tawanbar dikin ku qanûn binpê kiriye û wezîfedariya xwe ya qanûnî cih neaniye.
Tê gotin ku hin parlemanterên Iraqê û bi taybetî endamên Frajksiyona El-Bena ya Hadî Amirî dixebitin kesekî din ji bo danîna dewsa Berhem Salih bidin nasandin. Hin kes dibêjin ew kes Fuad Husên wezîrê vê demê yê Daratiya Iraqê ye.