Xwenîşanderên iraqî dijî destjikarberdana Berhem Salih derketin
Kanûn 27, 2019 05:50 Asia/Tehran
Xwenîşanderên iraqî dijî biryara Serokomarê wî welatî ya destjikarkişandinê derketin û dixwazin ku ew ser posta Serokomartîyê bimîne.
Piştî aşkirabûna nameya destjikarberdanê ya Berhem Salih Serokomarê Iraqê, xwenîşanderên li bajarên curbicur ên wî welatî neyarîya xwe himberî wê biryara Serokomarê Iraqê ragihandin.
Xwenîşanderan bi durişman piştgirî dan Berhem Salih û daxwaz lê kirin ku dest ji kar bernede çinku ligorî nêrîna wan heke ew ji posta xwe wêda here, partîyên iraqî yê kesekî bikin dîktarorê Iraqê.
Xwenîşanderan herwiha li Twitter û Facebookê heştega ``em piştgirê te ne Serok`` danîne û ragihandine ku Serokomar tenha hêvîyek ye ku nehêle partî û alîyên sîyasî kesekî ser gelê Iraqê de bisepînin.