Beşîr Hedad: Em ê hefteya bê biryarê li ser nameya Berhem Salih bidin
Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê nameya destjkarkêşanê ya Serokkomarê Iraqê Berhem Salih piştrast kir û a aşkere kir ew nameya gihiştiye desteya Serokatiy Parlementoya Iraqê û ew dê hefteya bê biryarê li ser nameya Berhem Salih bidin.
Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê di civîneke çapemenîyê de ragihand: Jibo ku alozî li Iraqê durist nebe, Berhem Salih ragehandiye nikare Esed Îdanî bo pêkanîna kabîneya nû raspêre û destjikarvekişana xwe daye ber destê Parlemantoyê.
Beşîr Hedad herwiha ragihand: Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di nameya xwe de daxwaza biryara dest ji karkişandina xwe ji Parlamentoya Iraqê kiriye û ew dê hefteya bê bersiva nameya Serokomarê Iraqê bidin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih duh ragihand ku wî Esed Îdanî bo Serokwezîriyê erkdar nekirîye û ew amade ye dest ji kar berde.