El-Meyadînê ji destjikarberdana Berhem Salih xeber da.
Kanûn 26, 2019 14:58 Asia/Tehran
Telivîzyona El-meyadîn ragihand :Berhem Salih destjikarberdana xwe pêşkêşî Parlamentoya Iraqê kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, ji zarê Telivîzyona El-meyadîn; Serokomarê Iraqê Berhem Salih destjikarberdana xwe pêşkêşî Parlamentoya wî welatî kir.
Berham Salh li vê nameya xwe destnîşan kiriye: Grûpên parlemanî û siyasî gere ku xwestekên gelê Iraqê berçav bigrin.
Eva li halekî ye ku grûpên siyasî li nav Iraqê ser berbijarkirina kesek wekî serokwezîrê vî welatî bi hevra rê neketine.
Sputnîkê jî ragihandiye ku Berhem Salêh nivîsiye ku ez wisa dibînim ku dest ji kar berdem û berbijarek wekî serokwezîr qebûl nekim ku xelkê Iraqê neyarê wî ne.