Ajawegêran agir bi mokebên husêynî li Kerbelayê xistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311312-ajawegêran_agir_bi_mokebên_husêynî_li_kerbelayê_xistin
Fermandetiya Polîsê Kerbelaya Muella Duşemiyê bi şev bi daxuyaniyekê ragihand ku ajawegêr û nifûziyan xîvetên mokebên husêynî li vî bajarî şewitandine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2019 04:30 Asia/Tehran
  • Ajawegêran agir bi mokebên husêynî li Kerbelayê xistin

Fermandetiya Polîsê Kerbelaya Muella Duşemiyê bi şev bi daxuyaniyekê ragihand ku ajawegêr û nifûziyan xîvetên mokebên husêynî li vî bajarî şewitandine.

Li gorî rapora IRNAyê, Fermandetiya Polîsê Kerbelaya Muella her wiha ragihandiye: Ajawegêr û nifûziyan li bajarê Kerbelayê tenê bi xerakirina bank, avahiyên dewletê û mal û heyitiyên gelemperî û erebeyên şexsî yên welatiyên iraqî razî nebûne û hinekên wan Duşemiyê bio şev xîvetên mokebên husêynî şewitandin.

Ajawegêr û xerabkeran bi şewitandina lastîkan, derketin aji qada diyarkirî jibo itirazê, rêyên vî bajarî girêdan. Ev nîşan dide ku ewna tenê li dû alozî û xerabkirina bajêr in.

Fermandetiya Polîsê Kerbelaya Muella ji niştecihên vî bajarî, neraziyên aştîxwaz, rîsipî û şêxên eşîrên bajêr xwest ku jibo sekinîna li hemberî vê komployê li kêleka hêzên ewlehiyê bin.