Adil Ebdulmehdî: Yekalîkarîya Amerîkayê ewlehîya Iraqê aloz dike
Serokwezîrê dewleta karrêkxer a Iraqê ji ber biryarên yekalî yên Amerîkayê rexne kir û pêgirî kir ku kiryarên Waşîngtonê dûhatên nerênî yên nayên kontrolkirinê bi xwe ra anîne û ewlehî, serwerî û serxwebûna Iraqê dixin er xeterê.
Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê dewleta karrêkxer a Iraqê di peywendîya telefonî ya îro digel Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Mark Esper de têkildarî pêngava jibo lawazkirina dewleta Bexdayê hişyarî da û pêgirî kir: Ew kara dibe sedema handana jibo gêresazîyê û birêxistina bêseruberîya zêdetir li Iraqê.
Ebdulmehdî pêgirî kir ku zêdebûa gêreyan zîyanê digihîne hemî alîyan, xwest ku hewil bê dayînê ku rê li ber gêresazîya zêdetir li Iraqê bê girtinê.
Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Mark Esper jî derbarê êrişa ser hin binkeyên Amerîkayê li Iraqê dilgiranîya xwe nîşan da û xwest ku Bexda jibo girtina pêşîya wan cure êrişana tivdîrekê bike.