Nerazîyên iraqî li meydaneke herîmezin a nifta cîhanê kom bûn
Kanûn 14, 2019 13:46 Asia/Tehran
Nerazîyên iraqî bi nîşana nerazîbûna himberî tişta ku rewşa xirab a aborî li wî welatî û dabînnebûna daxwazên gel bi nav dikin, li nêzîkî meydana niftê ya Mecnûnê li parêzgeha Besrê dest bi xwenîşandanê kirin.
Welatîyên nerazî yên iraqî xwe gîhandin derîyê sereke yê meydana niftê ya Mecnûnê û nerazîbûna xwe himberî sersarîya berpirsan himberî daxwazên gel, kêmbûna derfetên karkirinê û raberkirina lawaz a xizmetên civakî nîşan dan.
Hêzên ewlehîyê jî demlidest derîyên meydana niftê ya Mecnûnê girêdan û bi danîna berbendan, pêşîya xwenîşanderan girtin.
Ligorî rapora Wezareta Niftê ya Iraqê, tê pêşbînîkirin ku 12.6 milyard bermîl nift di bîra niftê ya Mecnûnê de hebe.