Şertê kurdan û suneyan bona qebûlkirina serokwezîrê nû yê Iraqê
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Riyaz El-Mesûdî, endamê meclisa parlimanterên Iraqê ji hevalbendiya Sairûnê ku pêk hatiye ji nunerên tevgera Sedrê bi serokatiya Muqteda Sedr û hevpeymanên wê, îro berî nîvro li gotûbêja bi malpera nûçan a El-Melûmê re raghand ku tevgerên siyasî yên kurdan û suneyan, gotine dê kesekî wek serokwezîrê pêşerojê yê vî welatî qebûl bikin ku şert û mercên wan qebûl kirine.
Vî siyasetvanê iraqî di dewamê de destnîşan kir: Liv û tevgerên sune ser sroklwezîrê pêşerojê de hin şert û merc sepandin ku parastina mafê wan li bidestxistina wezaretxaneyên ewlehiyê û dayîna desthilatên zêdetir bo parêzgehên azadbûyî ji destê DAIŞ`ê ji wan şertan in.
El-Mesûdî li vê barê got: Kurdan jî hinek pêşşert ser liv û tevgerên şîe sepandin ku divê serokwezîrê tê dayîna beşeke zêde ji bûdca federal bo Herêma Kurdistanê qebûl bike, ser hevhatina firotina niftê navbera Herêmê û dewleta navendî pêbend be û rêzê li hemî destkewtên qanûnî, hiqûqî û siyasî yên kurdan bigre.