Heşda Şebî êrişên DAIŞê bê encam hêştin
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku hêzên Heşda Şebî karîn li parêzgehên Nînuwa û Diyalî êrişên koma terorîst a DAIŞê bê encam bikin.
Li gor Fars Newsê, Fermandê taqbûra 44an a Heşda Şebî Hemîd Yasirî ragihand ku hêzên bin fermana wî li mideha 10 rojan sê êrişên koma terorîst a DAIŞê li başûra Mûsilê bê encam bikin .
Yasirî herwiha got ku Koma terorîst a DAIŞê dixebitî ku komên nû li girava El-Xizir li başûra parêzgeha nînuwayê çê bike.
Serokê Komîteya Ewlekariyê ya Konseya Parêzgeha Diyalî Sadiq el-Huseynî jî duh got: Heşda Şebî hewldana DAIŞê ji bo guhestina pêgeha fermandetiya xwe ji Metîbîce bo Hemrînê bê encam kir.. Wî hebûna Heşda Şebî ji bo parastina gund û bajarên vê parêzgeha Iraqê li hemberî talukeya terorîstan bi taybet DAIŞê pêwîst da zanîn.
Îstixbarata Ewlehiyê ya Wezareta Hundirîn a Iraqê jî ragihand ku sê terorîst li parêzgehên Enbar û Selahedînê hatin girtin ku du kes ji wan endamên DAIŞê bûn.
Herwiha di encama teqîna erebeya bombebarkirî li Samerayê heft endamên Heşda Şebî şehîd bûn.
Koma terorîst a DAIŞê li van mehên dawiyê ji ber nearamiyên li Iraqê hewl daye ku dîsa xwe bi pergal û bi hêz bike. Rayedarên iraqî jî bi caran li bara vê yekê hişyarî dabûn.