Êrîşa serneketî ya DAIŞê li ser navçeyeka parêzgeha Kerkûka Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311129-Êrîşa_serneketî_ya_daiŞê_li_ser_navçeyeka_parêzgeha_kerkûka_iraqê
Çeteyên Koma têrorîst a DAIŞê Sêşemiyê bi şev êrîşî ser navçeya Dibsê ya parêzgeha Kerkûkê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 11, 2019 09:33 Asia/Tehran
  • Êrîşa serneketî ya DAIŞê li ser navçeyeka parêzgeha Kerkûka Iraqê

Çeteyên Koma têrorîst a DAIŞê Sêşemiyê bi şev êrîşî ser navçeya Dibsê ya parêzgeha Kerkûkê kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Çavkaniyên iraqî ragihandin ku ev êrîş bi hişyariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê hat têkşikandin. Rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê ragihnd ku endamên koma têrorîst a DAIŞê piştî ku gellek ji wan hatin kuştin, reviyan.

Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê hîn jî hejmareke vê koma têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî hene û bi awayê perate kiryarên têrorîstî cih tînin.