2 rokêt li derdora balefirgeha Bexdayê ketin
Medya nûçan ragihandin vê sibê 2 rokêt li derdora balefirgeha navneteweyî ya Bexdayê, paytexta Iraqê ketine.
Li gorî rapora IRNA`yê, Medya nûçan ragihandin ku li encama vê êrişê, herîkêm 5 kes birîndar bûne.
Hûrgiliyên vê nûçê hîn nehatine weşandin.
Navçên curbicur ên Iraqê ji wna Bexda li heftiyên derbasbûyî şehedê çendîn êrişan, gulleavêtin û teqînê bûne.
Bajarê Bexdayê ji wan navendên giring ên xwenîşandana gelanî li heftiyên buhurî ye.
Li van hefteyên dawiyê hin parêzgehên Iraqê ji wan Bexda bûne qada nerizamendiyên xelkê û xwenîşandanên wan li hemberî rewşa xirab a aborî û bê şixulî û gendeliyê, lê belê ev xwenîşandan van rojên dawiyê ber bi şidet û pevçûnê çûne ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Şehedî nîşan didin ku xwenîşandanên hanê di encama mudaxileyên biyaniyan pêk hatine.
Serokê polîsê parêzgeha Besrayê jî destnîşan kir: Rejîma Siyonîstî, Erebistan û Îmarat bona lihevxistina aramî û ewlehiyê li Iraqê hewl didin.