Destwerdana Balyozxanên 3 welatên ewrûpî di karên navxweyî yên Iraqê de
Balyozxanên Alman, Fransa û Ingilîsê li Bexdayê di daxûyanîyeke destwerdanxwazîyê de ji Serokwezîrê wêdeçûyî yê Iraqê xwestin ku ewlehîya xwenîşanderan garantî bike.
Ligorî rapora Malpera Nûçan a Someryê, di wê daxûyanîya hevpar de ku Balyozxana Fransayê li rûpela xwe ya Twitterê weşandîye, hatîye: Balyozên Alman, Fransa û Ingilîsê bi Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê wêdeçûyî yê Iraqê re hevdîtin pêk anîn.
Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye ku Balyozên Alman, Fransa û Ingilîsê li Bexdayê di wê hevdîtinê de ji Ebdulmehdî xwestin ku bi awayekî lezgîn têkildarî kuştina xwenîşanderan lêkolînên pêwîst bike û kesên berpirsê kuştina wan ceza bike.
Înîyê şevê di encama gulleavêtina kesên nenas ber bi xwenîşanderan li meydana Al Xelanî li nêzîkî meydana Tehrîr a Bexdayê de 4 kes hatin kuştinê û 80 kes jî birîndar bûn.