Operasiyona artêşa Iraqê jibo jinavbirina DAIŞê li Kerkûk, Diyalî û Selahedînê
Li pey zêdebûna êrîşên DAIŞê li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Diyaliya Iraqê, artêşa vî welatî operasiyopneka berfireh jibo paqijkirina van sê parêzgehan dest pê kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê NRT'yê, Di rojên bihurî da DAIŞê êrîşên xwe nemaze li navçeyên Xaneqîn û Celewlayê li Diyaliyê û hin navçeyên Kerkûk û Selahedînê zêde kirine û heta niha gellek ji hêzên iraqî û Pêşmerge û welatiyên sivîl di encama van êrîşan da canê xwe ji dest dane an birîndar bûne.
Li pey zdebûna van êrîşan îro Şemiyê Ebdulemîr Reşîd dewsgirê Fermandarê Erkantiya Operasiyona Hevpar a Artêşa Iraqê ragihand ku qonaxa heftem a Operrasiyona Vîna Seketinê jibo paqijkirina bermahiyên DAIŞê li ser fermana Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê û Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên vî welatî li Kerkûk, Selahedîn û Diyaliyê dest pê bûye.
Ev operasiyon ji çar aliyan va û bi piştevaniya Hêza esmanî ya Iraqê û firokeyên Hevpeymaniya dijî DAIŞê pêk tê.
Ebdul Emîr Reşîd destnîşan kiriye ku di vê operasiyonê da tevahiy navçe û gundên van sê parêzgehan bi mebesta girtina endamên DAIŞê û têrorîstên din dikevin ber lêgerînê.