Wezareta derve ya Iraqê êrişa ser konsûlxana Îranê li Necefê şermezar kir
Wezareta karên derve ya Iraqê îro bi weşandina daxuyaniyekê êrişa ajawegêran ser konsûlxana Îranê li Necefê şermezar kir.
Li gor IRNA, Wezareta karên derve ya Iraqê herwiha desnîşan kir ku êrişa ser Konsûlxana Komara Îslamî ya Îranê li Necefa Eşref ji bo xirakirina pêwendiyên dîrokî yên Îran û Iraqê cih hatiye.
Duh êvarê komek ser navê nîşandayîna nerizamendiyê derheq rewşa aborî li Iraqê êrişî ser Konsûlxana Komara Îslamî ya Îranê li Necefa Eşref kirin û hin medyayên Iraqê jî dibêjin ku ajawegiran li vî bajarî de agir berdan hin beşên Konsûlxana Îranê. Di vê bûyerê de 47 hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî birîndar bûne. Desteya dîplomatîk a Îranê berî vê êrişê ji Konsûlxanê derketibûn.
Li gor vê nûçeyê pevçûneke giran di navbera ajawegêran û hêzên ewlehiyê ku dewletê ji bo parastina Konsûlxanê şandine Necefê berdewam e.
Ev êriş di rewşekê de ye ku hatûçûn li parêzgeha Necefê hatiye qedexekirin.
Hin rapor li hefteyên dawiyê belavbûne ku Konsûlxanên welatên erebî yên dorhêla Kendava Farsê pereyeke zav dane ajawegêran daku li dijî Îranê tev bigerin, çawaku berî niha jî ajawegêran êrişî ser Konsûlxanên Îranê li Besre û Kerbelayê kirin.
Li van mehên dawiyê li hin parêzgehên Iraqê yên wekî Necef, Kerbela û Besreyê xwenîşndanên nerizamendiyê derheq rewşa aborî û gendeliyan li Iraqê li dar ketin, lê belê ji ber mudaxileya biyaniyên wekî Amerîka, Rejîma Siyonîstî û Erebistan û Îmaratê ev xwenîşandan rastî şidet û pevçûnan hatiye.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî got: Hin şidet û ajawe ji aliyê wan kesan cih tên ku ser rûyê xwe girtine û bûyerên tal li dema xwenîşandanan qewmîne ku wê komîteyeke şopandina rastiyan, rastiya wan bûyeran wê eşkera bike.