Ajawegiran li Necefa Iraqê êrişî ser Konsûlxana Îranê kirin
Medya Iraqê şeva borî ragihandin ku ajawegiran li bajarên Necefê êrişî ser Konsolxana Komara Îslamî ya Îranê kirin.
Li gor IRNA, komek ser navê nîşandayîna nerizamendiyê derheq rewşa aborî li Iraqê êrişî ser Konsûlxana Komara Îslamî ya Îranê li Necefa Eşref kirin û hin medyayên Iraqê jî dibêjin ku ajawegiran li vî bajarî de agir berdan Konsûlxana Îranê.
Li gor vê nûçeyê pevçûneke giran di navbera ajawegêran û hêzên ewlehiyê ku dewletê ji bo parastina Konsûlxanê şandine Necefê berdewam e.
Ev êriş di rewşekê de ye ku hatûçûn li parêzgeha Necefê hatiye qedexekirin.
Hin rapor li hefteyên dawiyê belavbûne ku Konsûlxanên welatên erebî yên dorhêla Kendava Farsê pereyeke zav dane ajawegêran daku li dijî Îranê tev bigerin, çawaku berî niha jî ajawegêran êrişî ser Konsûlxanên Îranê li Besre û Kerbelayê kirin.
Vê dawiyê hat ragihandin ku hin rejîmên navçê dixebitin dostaniya navbera Îran û Iraqê têk biben, di vê çarçovê de Hizbullaha Iraqê diyar kir ku Amerîka, Rejîma Siyonîstî û Erebistan û Îmarat ji ber nerazîbûna derheq siyasetên dewleta Iraqê dixebitin Iraqê aloz û tevlîhev bikin.
Li van mehên dawiyê li hin parêzgehên Iraqê yên wekî Necef, Kerbela û Besreyê xwenîşndanên nerizamendiyê derheq rewşa aborî û gendeliyan li Iraqê li dar ketin, lê belê ji ber mudaxileya biyaniyên wekî Amerîka, Rejîma Siyonîstî û Erebistan û Îmaratê ev xwenîşandan rastî şidet û pevçûnan hatiye.
Dewleta Iraqê jî ji bo dabînkirina xwestekên neraziyan heya niha çendîn paketên çaksaziyê xistine rojevê.