Daxwaza şêx û mezinên iraqî ji Ayetullah Sîstanî jibo çareserkirina qeyrana vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310701-daxwaza_şêx_û_mezinên_iraqî_ji_ayetullah_sîstanî_jibo_çareserkirina_qeyrana_vî_welatî
Komeka şêx, kesên xwedan bandor û mezinên navçeyên navendî û başûrî yên Iraqê ji Merceyê bilind ê şîeyan daxwaz kirin ku jibo çareserkirina qeyrana vî welatî bikeve tevgerê û derbarê qewimîna şerê navxweyî hişyarî dan
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2019 14:33 Asia/Tehran
  • Daxwaza şêx û mezinên iraqî ji Ayetullah Sîstanî jibo çareserkirina qeyrana vî welatî

Komeka şêx, kesên xwedan bandor û mezinên navçeyên navendî û başûrî yên Iraqê ji Merceyê bilind ê şîeyan daxwaz kirin ku jibo çareserkirina qeyrana vî welatî bikeve tevgerê û derbarê qewimîna şerê navxweyî hişyarî dan

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Sumiriye Newsê, Di daxuyaniya hevpar a şêx û mezinan xitabî Ayetullah Seyid Elî Sîstanî, Merceyê bilind ê şîeyan hatiye: Me ji sala 2003an va heta niha Lebbeyk gotiye hemî daxwazên te û em wek şûrekî di destên te da xebitîne û me gellek fîdakarî jibo welêt û te kirine; Ji ebr vê yekê îro em ji hêla Şer'î û mirovî va ji te dixwazin ku derbarê rewşa welêt, nebûna qanûnê û vekirîbûna destê komên mafyayî ku bi kincê xwenîşanderan çalak in, helwêstekê bigirî.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: Em dizanin ku siyasetmedar û partîyên wan gendelî, wêranî kirine û belengazî berfireh kirine û tu li dû edebkirina wanî û dixwazî ku gel mafên xwe daxwaz bikin; Lê divê ji nûner û kesên bawerpêkirî yên xwe bixwazî ku te derbarê rastiya rewşa parêzgehên Iraqê haydar bikin; Ji ber ku derengiya zêdetir ji vêya rewa nîne û ji hêla Fêqh û Şer'iê va bi armanca parastina ewlehiya giştî lazim e ku tu mudaxile bikî".

Şêx û mezinên navçeyên navendî û başûrê Iraqê di vê daxuyaniyê da jibo sekinîna li hemberî alî, partî û kesên fasid û dûrragirtina kesên ku li dû behrewergitin ji xwenîşandanê jibo bidestxistina cîgeh û derhatê ne amadetiya xwe ragihandin û ji ayetullah Sîstanî xwestin ku bilez jibo rawestandina nearamiyên Iraqê bikleve tevgerê. Wan her wiha derbarê qewimîna şerê navxweyî hişyarî dan.