Ebdulmehdî: "Tişta ku li Iraqê derbas dibe, fitneyeka mezin e"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310694-ebdulmehdî_tişta_ku_li_iraqê_derbas_dibe_fitneyeka_mezin_e
Serokwezîrê Iraqê li axiftinekê teqez kir tişta ku li Iraqê derbas dibe, fitneyeke mezin e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2019 12:45 Asia/Tehran
  •  Ebdulmehdî:

Serokwezîrê Iraqê li axiftinekê teqez kir tişta ku li Iraqê derbas dibe, fitneyeke mezin e.

 Li gorî rapora Mehr News`ê ji zarê Someriye Newsê, Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê Iraqê qala hebûna fitneyeka mezin li vî welatî kir. 

 Li gorî vê raporê, wî li vê barê got: "Tişta ku li Iraqê derbas dibe, fitneyeka mezin e."

 Serokwezîrê Iraqê got: "Bûyerin diltezîn ku li xwenîşandanan qewimîn û komîta peydakirina rasitiyan raporek li vê barê raber kir. Hin şîdet ji aliyê kesên nenas û niqabdar cih hatiye."

 Wî estnîşan kir: "Dewlet heta niha li halê berevaniyê bûye û em rastî fitneyeka mezin hatine. Tevî zext û zorên zav emê berpirsiyariya wxe bona piştgiriya  ji welatiyan bidomînin."

 Ebdulmehdî li dawiyê jî got: "Heta niha 2500 kesên ku li xwenîşandanên vê dawiyê hatibûn girtinê, hatine zadakirinê."