Rexnekirina serdana Mike Penc ya Hewlêrê ji aliyê kesayetiyên iraqî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310581-rexnekirina_serdana_mike_penc_ya_hewlêrê_ji_aliyê_kesayetiyên_iraqî
Sefera bi dizî û nehatî ragihandin a alîkarê serokomarê Amerîkayê Mike Pence bo Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê bû sedema nerazîbûn û hêrsbûna kesayetî û rayedarên Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2019 11:06 Asia/Tehran
  • Rexnekirina serdana Mike Penc ya Hewlêrê ji aliyê kesayetiyên iraqî

Sefera bi dizî û nehatî ragihandin a alîkarê serokomarê Amerîkayê Mike Pence bo Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê bû sedema nerazîbûn û hêrsbûna kesayetî û rayedarên Iraqê.

Duh Cîgirê Serokomarê Amerîkayê Mike Pence bi serdaneke nehatî ragihandin gehişte Hewlêrê û bi Serokê Herêma ‎Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê vê herêmê Mesrûr Barzanî re civiya. Alîkarê serokomarê Amerîkayê Mike Pence li hevdîtina xwe bi Nêçîrvan Barzanî re pêgîrî kir ku wê hêzên amerîkî li Iraq û Sûriyê bimînin.

Berî vê civînê Pence çûbû bargeha leşkerî ya Amerîkayê ya Eyn El-Esed li parêzgeha Enbara Iraqê li rojavayê vî welatî. Ji ber ku Pence neçûbû Bexdayê û bi fermî bi rayedarên iraqî re gotûbêj nekir, ev sefera wî rastî rexneyên tund ji aliyê Rayedarên Iraqê û kesayetiyên siyasî yên vî welatî hat.

Di vê çarçovê de serokwezîrê berê yê Iraqê  û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî derbarê serdana  ‎Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence  bo Iraqê ku serdana Bexdayê nekir û serdana Hewlêrê kir, ‎ragihand ku Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr.‎

Hevpeymaniya Nesir duh Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, “Hevpeymaniya Nesir serdana Cîgirê ‎Serokê Amerîkayê Mike Pence şermezar dike ku serweriya Iraqê binpê kiriye.”

Hevpeymaniya Nesir ‎dibêje: “Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr û qebûlkirina rêkxistina vê serdanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ‎ve ku tenê bo Binkeyê Eyn Esed û Hewlêr bû, red dikin.”‎

Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî amaje bi wê yekê dide ku “pirsa serweriya niştimanî ‎ne ya kesî ye ku bike qurbanî û divyabû ev serdan ku serweriya dewleta Iraqê liber çav negirt bê ‎redkirin.”‎

Herwiha gelek kesayetiyên din ên Iraqê jî ev seredana Pence wek binpêkirina serweriya Iraqê dane zanîn û ew şermezar kirine.