Ebdulmehdî: "Xwenîşandanê kêşeyên pergala siyasî ya Iraqê aşkira kirin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310504-ebdulmehdî_xwenîşandanê_kêşeyên_pergala_siyasî_ya_iraqê_aşkira_kirin
Serokwezîrê Iraqê di axaftinekê da got ku xwenîşandanê hegerên nakokiya di pêkhateya siaysî û warên cûrbecûr ên jiyanê ku divê werin çareserkirin, aşkira kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2019 13:09 Asia/Tehran
  • Ebdulmehdî:

Serokwezîrê Iraqê di axaftinekê da got ku xwenîşandanê hegerên nakokiya di pêkhateya siaysî û warên cûrbecûr ên jiyanê ku divê werin çareserkirin, aşkira kir.

Li gorî rapora ISNAyê ji  zarê malpera Neşreyê, Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya ser vêya ku xwenîşandan maf e û div rêz li Azadiya Derbirrînê were girtin, got: Hemî daxwazên gel divê bi hevkarî û berprisiyariya hevpar û bi berçavgirtina berjewendiyên Iraqê dikarin serê xwe bigirin.

Wî derbarê xwenîşandana Iraqê da got: Xwenîşandanê kêşeyên heyî di pêkhateya siyasî û warên cûrbicûr ên jiyanê ku pêwîst e bên hilkolandin, aşkira kirin.

Ebdulmehdî destnîşan kir: Pêwîst e ku fezayeke sermiyandanîna ewleh jibo kişandina kompaniyan, kêmkirina girêdayîbûna bi petrolê, zêdekirina çavkanî û derfetên şolê were amadekirin.