Partîyên iraqî jibo çaksazîyan bi Serokwezîr re lihev kirin
Tesrîn 19, 2019 13:34 Asia/Tehran
Komên sîyasî yên iraqî lihevkirinameyek digel Serokwezîrê wî welatî wajo kirin ku ligorî wê 45 roj mecal danê ku çaksazîyên bi dilê nerazîyan bike.
Sererastkirina qanûna hilbijartinan jibo pêkanîna derfetên beranber bi wê armancê ku berbijarên serbixwe derbasî Parlimanê bibin, pêkanîna Komîsaryaya Hilbijartinan a Nû û çaksazîyên berfire di Kabînê dûrî her cure pişkxwazîyê ji wan xalên girîng ên wê lihevkirinamê ne ku komên sîyasî yên iraqî digel Serokwezîrê wî welatî wajo kirin.
Wajokerên wê lihevkirinameyê ji dewletê û dezgehên ewlehîyê xwestin ku kesên berpirsê revandina xwenîşanderan nas bikin û jibo naskirina kesên xwenîşander dan ber gulleyan û êrişî mêdyayan kirin, hewil bidin.