2 teqîn li parêzgeha Zîqarê ya Iraqê qewimîn
Tesrîn 19, 2019 03:51 Asia/Tehran
çavkaniyên nûçeyan sipêdeya Sêşemiyê ragihandin ku 2 teqîn li parêzgeha Zîqarê ya başûrê Iraqê qewimîne.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Kanala Meyadînê ragihand ku bombeyeka destçêkirî li navçeya Iskanê û yeka din li navçeya Xedayê ya parêzgeha Zîqarê teqiyane.
Hîn tu raporek derbarê ziyan û goriyên ihtimalî yên van teqînan nehatiye weşandin.
Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê, hîn jî hejamreka endamên vê koma têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî ne û car caran kiryarên têrorîstî pêk tînin.