Çend gulleyên Hawanê li Devera kesk a Bexdayê ketin
Tesrîn 18, 2019 05:02 Asia/Tehran
Çend gulleyên Hawanê li devera Kesk a Bexdaya Paytexta Iraqê ketin.
Kanala Nûçan a Al Mayadeenê ragihand ku herîkêm 3 gulleyên Hawanê li Kesk a Bexdaya Paytexta Iraqê ketin û dengê çend teqînan hat bihîstinê.
Kanala Nûçan a Al Jazeerê jî ragihand ku çend gulleyên Hawanê li devera Kesk a Bexdayê ketin û dîyar kir ku dengê Zingila Xeterê li wê deverê hat bihîstinê.
Derbarê xisar, kuştî û birîndarên ihtimalî yên wê êrişa bi hawanan de hê tu raporek nehatîye belavkirinê.
Înîtê şevê jî 3 teqînên giran navenda Bexdayê hejandin ku di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên iraqî dîyar dikin ku êriş û teqandinên li Bexdayê û deverên din ên wî welatî bi armanca birêxistina fitneyê tên kirinê.