Qanûna nû ya hilbijartinên Iraqê bo Parlimanê hat şandinê
Tesrîn 18, 2019 04:55 Asia/Tehran
Berdevkê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku qanûna nû ya hilbijartinên vî welatî li kabîneyê hat pejirandinê û bo Parlimanê hat şandinê.
Berdevkê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî dema şirovekirina hin xalên qanûna nû ya hilbijartinên wî welatî dîyar kir ku xala herîgirîng a wê qanûnê ew e ku temenê her berbijarekî divê 25 salên tevav be tevî ku berpirîsyeke din di dewletê de tinebe.
Hedîsî herwiha got: Xaleka din a ku hatîye serrastkirinê hejmara kursîyên Parlimanê ye ku 251 kursî hatine kivşkirinê.