Mijdar 17, 2019 17:38 Asia/Tehran
  • Cihanîna reforman di pêkhateya kabîneya Iraqê

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê qala cihanîna reforman di pêkhateya kabîneya vî welatî kir.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Seid Hedîsî, berdevkê Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê roja Yekşemê got: Bi cihanîna reforman di pêkhateya Kabîneyê da, bijartina wezîrn nû derveyî çarçova partî û fraksiyonên siyasî dê pêk were.

Di vî halî da, hin çavkaniyên nûçeyan qala dewama kombûn û grevên nerazîtiyê û betaliya hemî rêxistinên dewletî û xusûsî, navendên fêrkarî  û ticarî li parêzgehên başûrî yên Iraqê kirin.

Iraq ji 15ê Cotmeha bihurî va heta niha bûye qada xwenîşandanan.