Operasiyonna Heşda Şebî li dijî DAIŞê li bakura Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310368-operasiyonna_heşda_Şebî_li_dijî_daiŞê_li_bakura_iraqê
Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê encama operasiyona xwe ya li dijî terorîstan li rojhilata Mûsilê li bakura Iraqê bi serkevtin da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2019 10:28 Asia/Tehran
  • Operasiyonna Heşda Şebî li dijî DAIŞê li bakura Iraqê

Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê encama operasiyona xwe ya li dijî terorîstan li rojhilata Mûsilê li bakura Iraqê bi serkevtin da zanîn.

Ajansa Mehr Newsê îro ragihand ku fermandeyekî Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê bi navê Ella El-Wehîlî diyar kiriye ku hêzên Heşda Şebî di encama operasiyona xwe ya li rojhilata Mûsilê gelek terorîst girtin û operasiyoneke wiha jî ji bo girtina hêzên mayî yên DAIŞê amade bûye ku bi zûtî cih tê.

Di vê navberê de balafirên artêşa Iraqê jî çeperên DAIŞê li rojavaya parêzgeha Nînewayê kirin hedef û ji nav birin.

Ji aliyê din ve fermandeyeke din ê HeşdaŞebî bi navê Tahir Ebdullah got ku Terorîstên DAIŞê dixebitîn çend deverên parêzgeha Kerkûkê dagîr bikin û bi awayekî peratê kiryarên terorîstî cih bînin ku di encama hewldana Heşda Şebî ev komploya terorîstan negihêşte encamê.

Koma terorîst a DAIŞê sala 2014 bi piştgiriya welatên rojavayî yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevgirtiyên wan ên navçê yên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê parek mezin ji axa Iraqê ji wan bajarê Mûsilê dagîr kir, lê belê Iraqê bi alîkariya Îranê karî van terorîstan têk bibe û axa xwe rizgar bike.