Komploya DAIŞê li Kerkûkê negihêşte encamê
Heşda Şebî ya Iraqê şeva borî ragihand ku hewldana terorîstên DAIŞê ji bo dagîrkirina hin deverên parêzgeha Kerkûkê bê encam kir.
Fars Newsê ragihand ku fermandeyê taqbûra 15-an ya Heşda Şebiya Iraqê Tahir Ebdullah got: Hêzên vê taqbûrî di encama operasiyoneke taybet de karîn liv û tevgerên terorîstên DAIŞ li parêzgeha Kerkûkê bê encam bikin.
Tahir Ebdullah got: Terorîstên DAIŞê dixebitîn çend deverên parêzgeha Kerkûkê dagîr bikin û bi awayekî peratê kiryarên terorîstî cih bînin ku di encama hewldana Heşda Şebî ev komploya terorîstan negihêşte encamê.
Koma terorîst a DAIŞê sala 2014 bi piştgiriya welatên rojavayî yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevgirtiyên wan ên navçê yên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê parek mezin ji axa Iraqê ji wan bajarê Mûsilê dagîr kir, lê belê Iraqê bi alîkariya Îranê karî van terorîstan têk bibe û axa xwe rizgar bike.