Rexneya Ebdulmehdî ji helwêsta destwerdanê ya Amerîkayê derbarê xwenîşandanan
Adil Ebdulmehdîyê serokwezîrê Iraqê bi awayê nerasterast destwerdana vê dawiyê ya Amerîkayê derbarê nerazîtiyên nav kolanan li wî welatî rexne kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Adil Ebdulmehdî Sêşemiyê bi şev di axaftinekê da li nav desteya wezîran ku ji kanalên nûçeyan hat belavkirin, tevî amajeya bi plana rexnekirane derbarê şêwaza danûstandina digel xwenîşanderan, bi xwendina huin beşên qanûnên têkildarî vê yekê, got: Bi armanca rêzgirtina ji Azadiya Gotinê û mafê lidarxistina xwenîşandanê, gellek ji sînordariyên ku qanûnê jibo kombûn û xwenîşandanan berçav girtiye, cih nehatine.
Serokwezîrê Iraqê hr wiha got: Ev qanûn heman qanûn e ku hevpeymaniya navneteweyî bi rêbertiya Amerîkayê pesend kiriye, lê lidarxistina xwenîşandana aram li Iraqê ne tenê nehatiye serkutkirin, belkî gellek rêzikên sînordarker jî nehatine sepandin.
Pêştir jî Berhem Salihê serokomarê Iraqê wek berteka li hemberî daxuyaniya Amerkayê ya destwerdanê, got: Reformên çaverêkirî li Iraqê bi tu awayî nabe ku di bin bandora aliyên biyanî da be.
Koşka Sipî Yekşemiyê bi şev bi weşandina daxuyaniyekê daxwaza lidarxistina hilbijartina zûdem li Iraqê û amadekirina qanûna bingehîn a nû li vî welatî kir.
Ev helwêsta destwerdanê ya Amerîkayê tûşî berteka hin rêberên siyasî ji wan Seyid Emar Hekîm Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî, Şêx Qêys Xezelî, Sikrêtirê giştî yê Esaêb Ehlê Heq û Muqteda Sedr Rêberê Tevgera Sedr bû.
Amerîkayê piştî wê yekê ku dît nerazîtiyên civakî li Iraqê ber bi rêkareka bi aştî va diçin, dixwaze bi vê helwêstê nerazîtiyan gurr bike.