Bersiva serokkomarê Iraqê bo daxûyaniya mudaxilekirane ya Emerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310221-bersiva_serokkomarê_iraqê_bo_daxûyaniya_mudaxilekirane_ya_emerîkayê
Serokkomarê Iraqê wek berteka li hember daxûyaniya mudaxilekirane ya Emerîkayê got: Reformên ku çavrê dibin li Iraqê cih werin tu carî nabe bikevin ber bandora mudaxila biyaniyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2019 12:23 Asia/Tehran
  •  Bersiva serokkomarê Iraqê  bo daxûyaniya mudaxilekirane ya Emerîkayê

Serokkomarê Iraqê wek berteka li hember daxûyaniya mudaxilekirane ya Emerîkayê got: Reformên ku çavrê dibin li Iraqê cih werin tu carî nabe bikevin ber bandora mudaxila biyaniyan.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê li daxûyaniya ku îro sêşemiyê li malpera fermî ya serokkomarê Iraqê hat weşandin diyar kir: Reformên ku çavrêtî têkirin li Iraqê cih werin bi tenê biryareke iraqî ye û li bersiva viyana  neteweyî ya gelê vî welatî cih tên. 

  Berhem Salih li vê daxûyaniyê tevî dijberiya li hember her cure mudaxila biyaniyan li karûbarên navxweyî yên welatê xwe destnîşan kir: Xelkê Iraqê li gor ewlewiyetên berjewendiyên  neteweyî û parastina rêz û hurmeta  viyana merceyeta bilind a olî li çarçoveyên qanûna bingehîn û li gor  biryarên neteweyî û serbixwe ya xwe biryarê didin. 

 Koşka Sipî yekşemê şevê bi weşandina daxûyaniyekê ji dewleta Iraqê xwest ku hilbijartinên zûwext li vî welatî li dar xînin. 

 Vê helwêsta mudaxilekirane ya Emerîkayê rastî berteka hejmarek ji rêberên siyasî ji wan seyd Emar Hekîm rêberê tevgera Hikmeya Neteweyî, şêx Qeys Xezelî, sekreterê giştî yê Esaibê Ehlê Heq û Muqteda Sedr rêberê tevgera Sedr a Iarqê hat.