Pakêta pêşniyarkirî ya NY bo rawestandina nearamiyan li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310202-pakêta_pêşniyarkirî_ya_ny_bo_rawestandina_nearamiyan_li_iraqê
Taxima gîhandina alîkariyê ya NY bo Iraqê, sê pakêtên pêşniyarên demlidest, demkurt û navîndem bo aramkirina rewşa vî welatî raber kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2019 14:58 Asia/Tehran
  • Pakêta pêşniyarkirî ya NY bo rawestandina nearamiyan li Iraqê

Taxima gîhandina alîkariyê ya NY bo Iraqê, sê pakêtên pêşniyarên demlidest, demkurt û navîndem bo aramkirina rewşa vî welatî raber kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Li gorî van sê pakêtên pêşniyarkirî ku naveroka wan yekşemiyê şevê, 10 Mijdarê li twîtera Yûnamiyê hat danîn, plana  demlidest a yek hefteyî ya azadkirina hemî neraziyên aştîxwaz yên girtî ji yekê Cotmehê, destpêbûna lêkolînan li bara kesên revandî û lezgînkirina pêvajoya naskirin û mehkemekirina sebebkarên  serkutkirina  nerazîbûnên bi aşitî ye. 

 Li vê pêşniyarê ji welatên navçê û cîhanê hatiye xwestin ku rêzê ji serweriya Iraqê bigrin û dawiyê bidine mudaxilên vî welatî. 

Plana demkurt ji wan reforma qanûna hilbijartinê, reforma beşa ewlehiyê û rawestana li ber gendeliyê ji riya ragihandina heyîtiyên rayedarên Iraqê li nav û derveyî vî welatî ye. 

 Her wiha plana  navîndem ku yek heta sê mehan dem jê re hatiye pêşniyarkirin, mesela lezandina meclisê jibo pejrandina pêşnumaya  dewletê, her wiha venihêrîna li qanûna  bingehîn a Iraqê û lidarxistina  giştpirsiya wê bi piştgiriya NY kiriye. 

Li van hefteyên dawiyê hin parêzgehên Iraqê ji wan Bexda bûne qada nerizamendiyên xelkê û xwenîşandanên wan li hemberî rewşa xirab a aborî û bê şixuliyê û gendeliyê, lê belê ev xwenîşandan van rojên dawiyê ber bi şidet û pevçûnê çûne ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Şahidî nîşan didin ku xwenîşandanên hanê di encama mudaxileyên biyaniyan pêk hatine.