Daxwwaza mudaxilekirane ya Emerîkayê bo lidarxistina hilbijartinên demlidest li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310192-daxwwaza_mudaxilekirane_ya_emerîkayê_bo_lidarxistina_hilbijartinên_demlidest_li_iraqê
Koşka Sipî bi helwêsteke mudaxilekirane dilgiraniya xwe ji ber rewşa niha ya Iraqê da diyarkirin û daxwaza rawestandina şîdetê li dijî neraziyan û lidarxistina hilbijartinên demlidest li vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2019 12:11 Asia/Tehran
  • Daxwwaza mudaxilekirane ya Emerîkayê bo lidarxistina hilbijartinên demlidest li Iraqê

Koşka Sipî bi helwêsteke mudaxilekirane dilgiraniya xwe ji ber rewşa niha ya Iraqê da diyarkirin û daxwaza rawestandina şîdetê li dijî neraziyan û lidarxistina hilbijartinên demlidest li vî welatî kir.

 Li gorî rapora Associated Press`ê, Koşka Sipî roja Duşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê ji dewleta Iraqê xwest ku şîdeta li dijî neraziyan rawestîne û mesela pejrandina reformên hilbijartinê û lidarxistina zûwext a hilbijartinê  çareser bike. 

 Li van hefteyên dawiyê hin parêzgehên Iraqê ji wan Bexda bûne qada nerizamendiyên xelkê û xwenîşandanên wan li hemberî rewşa xirab a aborî û bê şixuliyê û gendeliyê, lê belê ev xwenîşandan van rojên dawiyê ber bi şidet û pevçûnê çûne ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Şahidî nîşan didin ku xwenîşandanên hanê di encama mudaxileyên biyaniyan pêk hatine.