Hizbullaha Iraqê: Amerîka li dû pêkanîna qelaşê navbera hêzên ewlehiyê û gel e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310186-hizbullaha_iraqê_amerîka_li_dû_pêkanîna_qelaşê_navbera_hêzên_ewlehiyê_û_gel_e
Berdevkê Gordanên Hizbullaha Iraqê bi gotina vêya ku Heşda Şeibî pişta daxwazên gelê vî welatî digire, got: Hin şehedî hene ku Waşîngtonê dil heye qelaşê navevra gel û hêzên ewlehiyê çêbike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2019 06:22 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Iraqê: Amerîka li dû pêkanîna qelaşê navbera hêzên ewlehiyê û gel e

Berdevkê Gordanên Hizbullaha Iraqê bi gotina vêya ku Heşda Şeibî pişta daxwazên gelê vî welatî digire, got: Hin şehedî hene ku Waşîngtonê dil heye qelaşê navevra gel û hêzên ewlehiyê çêbike.

Li gorî Al Alamê, Cefer Huseynî,. Berdevkê Gordanên Hizbullaha Iraqê di gotûblêja bi Meyadînê ra got: Berxwedana Iraqê jî li nav xwenîşandanan e û pişta xwenîşanderên aştîxwaz digire.

Berdevkê Gordanên Hizbullaha Iraqê her wiha Amerîka wek berpirsa hemî dûhatên nerênî ji ber dagîrkeriya li Iraqê da zanîn û got: Waşîngtonê heta rê li ber girêdana girêbestên çêkirna hêzgehên elektrîkê ji aliyê kompaniyên ne-amerîkî girtiye.

Wî di dewamê da bal kişande ser piştevaniyên Îranê ji Iraqê û got: Komara Îslamî ya Îranê hevpeymana sereke ya Iraqê ye û pişta Iraqiyan di şerê dijî DAIŞê da girt.

Gordanên Hêzbullaha Iraqê pêştir jî ragihandibû ku dewleta Amerîka û Rêjîma Siyonîst ji ber nerazîtiya ji siyasetên Bexdayê, destê wan di nearamiyên vê dawiyê yên Iraqê da ye.