Serokê Parlemana Iraqê ji projeyeke neteweyî bo çareseriya pirsgirêkan diaxive
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310148-serokê_parlemana_iraqê_ji_projeyeke_neteweyî_bo_çareseriya_pirsgirêkan_diaxive
Serokê Meclisa Iraqê li civîna duh ragihand ku projeke neteweyî ji bo çareseriya krîz û pirsgirêkên vê demê û dabînkirina xwestekên gel wê were amadekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2019 05:55 Asia/Tehran
  • Serokê Parlemana Iraqê ji projeyeke neteweyî bo çareseriya pirsgirêkan diaxive

Serokê Meclisa Iraqê li civîna duh ragihand ku projeke neteweyî ji bo çareseriya krîz û pirsgirêkên vê demê û dabînkirina xwestekên gel wê were amadekirin.

Li gor Sky Newsê, Serokê Meclisa Iraqê Muhemed Helbûsî duh li civîna parlemanê ji dewletê xwest bi lez pêşnûmaya bûdceyê bişne parlemanê.

Wî got: Em li dijî şideta li hemberî neraziyan û xwenîşanderan in.

Em ê proje û plana neteweyî ji bo çareseriya krîz û pirsgirêkên vê demê û dabînkirina xwestekên gel aamade bikin.  Ev proja wê dezgehên sêcurî yên birêvebirina karûbarên welêt, kesayetiyên akademîk, civakên olî û komên civakî bona çareseriya pirsgirêkan û hilkolandina xwestekên gel li dora hev dicivîne.

Nerizamendiyên xelkê Iraqê ji ber rewşa aborî û bêkariyê eva çend hefte ne ku li bajarên curbicur ên Iraqê berdewam dikin.