Fermandarê Hêzên Çekdar ê Iraqê fermana girtina xirabkaran da
Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdar ê Iraqê li bara dayîna fermana rawestana li ber xirabkaran li nerazîbûnên li kolanên vî welatî agahî da.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya kanala El-Iraqiyê, Ebdulkerîm Xelef, berdevkê fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê raghand li gor fermana fermandetiyê, xirabkar û kesên ku li xwenîşandanê, riyên peywendiyê girê didin, dê bên desteserkirin. Xelef got ji hêzên ewlehiyê re feran hatiye dayîn ku demlidest qanûnê ih bînin.
Çend sietan piştî vê fermanê, Qêys El-Muhemedawî, fermandê artêşa Iraqê li Bexdayê li bara vekirina hemî riyên girêdayî ji aliyê neraziyan li paytextê agahî da.
Dewra teze ya xwenîşandanê li Iraqê ji 25 Cotmehê destpê bû. Nerziyan bi dehan riyên peywendiyê li Bexdayê û parêzgehên din li başûrê Iraqê girêdane û hewl didin bi girêdana riyan dewletê neçarî îstifakirinê bikin.