Teqezkirina ser pêwîstiya pêngavrakirina dewleta Iraqê bona girtina pêşiya aloziyê li vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310052-teqezkirina_ser_pêwîstiya_pêngavrakirina_dewleta_iraqê_bona_girtina_pêşiya_aloziyê_li_vî_welatî
Hevalbendiya Fathê tevî teqezkirina ser piştgiriya ji xwestekên qanûnî yên xwenîşanderên iraqî ji Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê xwest ku nehêle alozî bikeve nava welêt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 06, 2019 13:35 Asia/Tehran
  •  Teqezkirina ser pêwîstiya pêngavrakirina dewleta Iraqê bona girtina pêşiya aloziyê li vî welatî

Hevalbendiya Fathê tevî teqezkirina ser piştgiriya ji xwestekên qanûnî yên xwenîşanderên iraqî ji Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê xwest ku nehêle alozî bikeve nava welêt.

 Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRIB News`ê, hevalbendiya Fathê ya Iraqê bi serokatiya Hadî Amêrî destnîşan kir: "Hin kes bi destdirêjiya ser mal û milkên giştî ser navê nerazîbûn û yaxîgeriyê, ewlehî û rêkûpêkiya giştî li hev dixin û xwenîşander divê li hember kavilkirina organzîebûyî ya Teşkîlata  giştî li xwenîşandanê  bisekinin."

 Ji aliyê din va, kabîna Iraqê li civînekê bi serokatya Adil Ebdulmehdî pakêta reformê ya nû pejirand ku bersiva xwestekên xwenîşanderan digre ber xwe. 

  Adil Ebdulmehdî li bara hitmala  guherîna pênaseya pergala siyasî ya Iraqê bi merca reforma qanûna bingehîn agahî da û destnîşan kir: "Îmkana  lidarxistina hilbijartinên zûdem tine."

Li van hefteyên dawiyê hin parêzgehên Iraqê ji wan Bexda bûne qada nerizamendiyên xelkê û xwenîşandanên wan li hemberî rewşa xirab a aborî û bê şixuliyê û gendeliyê, lê belê ev xwenîşandan van rojên dawiyê ber bi şidet û pevçûnê çûne ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.