Rola biyaniyan li êrişa ser konsolxana Îranê li Kerbelayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310007-rola_biyaniyan_li_êrişa_ser_konsolxana_Îranê_li_kerbelayê
Sekreterê giştî yê Tevgera Ehl el-Heq ya Iraqê êrişa yekşemê ser Konsolxana Îranê li Kerbelayê di çarçova berdewamiya komployên sêberiya (sêkoncî) Amerîkî-Îmaratî û Siyontî de li nearamiyên vê dawiyê yên Iraqê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 05, 2019 05:44 Asia/Tehran
  • Rola biyaniyan li êrişa ser konsolxana Îranê li Kerbelayê

Sekreterê giştî yê Tevgera Ehl el-Heq ya Iraqê êrişa yekşemê ser Konsolxana Îranê li Kerbelayê di çarçova berdewamiya komployên sêberiya (sêkoncî) Amerîkî-Îmaratî û Siyontî de li nearamiyên vê dawiyê yên Iraqê da zanîn.

Qeys El-Xezelî roja yekşemê li hevpeyvîna bi kanala Al-Iraqiya re li ser rola sêberiya Amerîkî-Îmaratî û Siyontî de li nearamiyên vê dawiyê yên Iraqê pêgîrî kir.

Li gor nûçeyeke din ji Iraqê duh di çarçova berdewamiya nearamiyan li  bajarê Nasiriye ya başûra rojhilata Bexdayê de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn

Li van hefteyên dawiyê hin parêzgehên Iraqê ji wan Bexda bûne qada nerizamendiyên xelkê û xwenîşandanên wan li hemberî rewşa xirab a aborî û bê şixuliyê û gendeliyê, lê belê ev xwenîşandan van rojên dawiyê ber bi şidet û pevçûnê çûne ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Şahidî nîşan didin ku xwenîşandanên hanê di encama mudaxileyên biyaniyan pêk hatine.