Tirkîyê êrişî Şingalê kir
Tesrîn 04, 2019 13:15 Asia/Tehran
Balafirên cengê yên Tirkîyê çîyayê Kujera li Amêdîyê û devera Xanesorê li Şingalê dan ber bombeyan.
Ligorî rapora Malpera Sibeyê, balafirên cengê yên Tirkîyê îro piştînîvro baregeheke Yekîneyên Berevanê Şingalê (YBŞ) li herêma Xanesorê bintara çîyayê Şingalê kirin armanc û di encamê de çend kes bûn qurbanî lê heta vê gavê derbarê hejmara gorîyan de tu raporek nehatîye belavkirinê.
Ligorî vê raporê, balafirên cengê di eynî demê da êrişî çîyayê Kojeran li qezaya Amêdîyê kirin û derbarê zirarên wê êrişê de tu agahîyek li ber desta tine.